Önder Beyter
18 Gulan 2020•Rojanekirin: 21 Gulan 2020
Li Qersê piştî ku bihar hat û berf heliya, li zozanên bilind kulîlkên reng bi reng vekirin.
Li Qersa ku yek ji ciyên herî bilind ên Tirkiyeyê ye û 6 meh di bin berfê da dimîne, bi germbûna hewayê ra kulîkan jî vekir.
Zozanê Mişko yê li qontara Çiyayê Yahnî ku raqima wê 1993 ye, bi kulîlkên qîç xemilî.
Hespên ku biharê berdidin çêre jî li van ciyên ku çêreya wê zêde ye, di nava kulîlkên qîç da diçêrin.
Welatî Înan Aydin ku hat zozan, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku piştî ku hewa germ bû, zozan bi kulîlkên qîç xemilî û wiha dewam kir:
"Em li Zozanê Mişko ne, li çarheqalê me kulîlkên zer vekirine. Meriv lê dinihêre, lê jê têr nabe."
Ugur Aykut jî diyar kir ku ew bi hespê xwe digere û wiha got, "Ji bo dîtin û hîskirina vê bedewiyê ez li hespê xwe siwar bûm. Kêfa siwarbûna di nava kulîlkan da jî cuda ye."