Önder Beyter
12 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2020
Li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê Ehmed Seyîdê ku bombeyên balafirên şer ên rejima Beşar Esed li mala wî ketin birîndar bû. Di encama bombebaranê da ji ber ku şarapnêl li hestiyê pişta wî ketin, Seyîd felç bû û mehkûmî nav nivînan bû.
Li Îdlibê Seyîdê ku par di êrîşê da dê û bavê wî hatin kuştin, bixwe jî birîndar bû û felç bû, bi 3 şarapnelên ku di wucûdê wî da di ciyên cuda da mane, hewil dide ku jiyana xwe bidomîne.
Seyîd qedera 5 meh berê ji herêma Maaret El Numanê ku lê rejima Esed û alîkarên wê êrîşên xwe didomînin, anîn Reyhanliya navçeya Hatayê.
Seyîdê ku li navçeyê di mala xizmetê ya ku bi destê xêrxwazan hatiye vekirin da hat bicihkirin, li hêviya wê rojê ye ku qenc bibe û vegere welatê xwe, cem zar û zêçê xwe.
- "Ez şikirdar im ku li heyatê me"
Ehmed Seyîdê ku li Sûriyeyê esnaf e, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku jiyana wî ji ber bombeyekê reş bû.
Ehmed Seyîd diyar kir ku çiqas zehmet bûya jî wan li Îdlibê jiyana xwe didomand û wiha dewam kir, "Li Îdlibê herçiqas şer hebe jî me jiyana xwe diborand. Bombeya bermîlê ku bi destê rejimê hat avêtin, mala me kir xwelî. Di wê êrîşê da, dê û bavê min jî hatin kuştin."
Seyîd got ji ber ku jin û zarokên wî dema êrîşê li malê nebûn, zirar negihîşt wan û wiha dewam kir:
"Ez şikirdar im ku li heyatê me. Gava ez bi xwe va hatim, min dît ku ez li nexweşxaneyê me û min tu dereke wucûdê xwe hîs nedikir. Li Sûriyeyê doktoran ji min ra got ku 3 şarapnêl di hestiyê pişta min da çik bûne û herwiha ji ber xetereya li ser jiyanê û ji ber ku operasyoneke hesas pêwîst dike, wan dest nedayê."
Seyîd got ku malbata wî li Îdlibê ma û ew jî ji bo tedawiyê hat Reyhanliyê.
Seyîd herwiha got ku ew li mala xizmetê ya xêrxwazan dimîne û wiha got, "Înşelah dê êş û jana min derbas be. Ez li benda destekî xêrê me. Li Hatayê li nexweşxaneyên ku ez çûm, bi min ra gelekî eleqedar bûn, ez sipasdar im. Ji min ra gotin li vê nexweşxaneyê derxistina şarapnêlan ne mumkin e, lewra divê ew biçe nexweşxaneyeke bêtir biteşekul. Ez jî seba vê li benda alîkariyê me."
Seyîd got ku ew dixwaze vegere demên xwe yên berê û bi zarokên xwe ra lîstikê bilîze.