Nihat Kavşut
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 03 Hezîran 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê jinên "bêrîvan" di meha remezanê da jî li zozanan pêz didoşin û debara xwe dikin.
Bêrîvan her roj ji bo pêz bidoşin derdikevin ciyên bilind û zozanan.
Li Buyukçiftlîka 17 kîlomêtro dûrî Yuksekovayê ber destê sibehê bêrîvan bi hespan an jî peya ji bo herin zozanan derdikevin rê û qederê 2 saet rê diçin.
Bêrîvanên piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj digihêjin zozanan li ciyê bêriyê amadehiya xwe dikin û bi sedan mî û bizinî didoşin.
Bêrîvan şîrê didoşin di kûp û bîdonan da tînin gund û jê penêr, rûnê nivîşk, tû û mast çêdikin û difiroşin.
Sumeyye Zereya bêrîvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji bo herin bêriyê ber destê sibehê bi rê dikevin.
Zereyê diyar kir meha remezanê piştî rêwîtiyeke dijwar diçin ciyê bêriyê û wiha got: "Em bi rojî ne û gelek zor û zehmet e. Di qêleqijê da em pêz didoşin. Em debara xwe bi heywandariyê dikin."
Çîçek Kesîciyê jî diyar kir karê bêrîvanan zor û zehmet e û wiha got: "Em bi hespan an jî peya diçin zozanan. Heta em karê xwe dikin û vedigerin saet dibe 17.00. Em debara xwe bi vî tiherî dikin."