Tenê ji bo meha remezanê, rojên înê destûr hatibû dayîn ku xezzeyî Quds û Mescida Eqsayê ziyaret bikin, lê artêşa Îsrailê ev destûr jî betal kir.
Berdevkê Artêşa Îsrailê Avîchay Adraee li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û wiha got: "Bi hinceta ewlehiyê biryar hat dayîn ku êdî ji Xezzeyê çûn û hatina Îsrailê ya ji bo îbadeta roja înê hat qedexekirin."
Hat gotin, ji ber ku şeva berîn kesên ku nasnameya wan ne diyar e, ji Xezzeyê roket avêtin Îsrailê, ev biryar hat dayîn.
Rêvebiriya Îsrailê ji bo meha remezanê, rojên înê destûr dabû ku xezzeyî Quds û Mescida Eqsayê ziyaret bikin.
Îsrail piştî Întifadaya Eqsayê ya 2000î ji bilî rewşên taybet destûrê nade ku xezzeyî derbasî Şerîaya Rojava û Qudsê bibin.