Di roja duyemîn ya Eydiya Remezanê de di qezayên trafîkê de 19 kes mirin û 108 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir li Oltuya navçeya Erziromê Hasan Înceyê (68) ku di romorka motorê de bû rabû piya ku ji yekî re rê terîf bike, xwe negirt û ji motorê ket. Hasan Înce li Nexweşxaneya Dewletê ya Oltuyê wefat kir.
Li ser rêya Gumuşhane-Erziromê li texma derketina tûnela Akçakaleyê wesaîtên bi plakeyên 55 BE 445 û 29 AH 401 li hev qelibîn. Di qezayê de Alî Tunç, Yagmur Ozer, Fatîh Kural, Nagehan û Ozan Saraç tevlî Emre Koprulu birîndar bûn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Gumuşhaneyê girtin bin tedawiyê.
Wesaîta ku şofêrê wê Orhan Harman bû li Ekînozuya navçeya Kahramanmaraşê di kendal de gêr bû. Di vê qezayê de şofêr Orhan Harman birîndar bû û dê û bavê wî Taşo Harman û Cennet Harman mirin.
Di qezaya ku li Eskîşehirê du wesaît li hev qelibîn de jî Miyase (33), Umut Berat (1,5) Ayşe (46) û Nebahat Doğaner (65) û tevlî Hasan Kesecîk (26) li cihê qezayê mirin, Volkan Motor û Omer Doganer û tevlî Ogun Motor jî birîndar bûn.
Li Rîzeyê jî otobusa rêwiyan û tirîmbêlek li hev qelibîn, di qezayê de ji rêwiyan Fehmiye Surucu û Bekîr Gulu mirin, 35 kes jî birîndar bûn.
Di qezaya trafîkê ya ku li Çîgila navçeya Îzmirê ji ber lihevketina trîmbêl û kamyonetekê qewimî de jî Umît Derîn (34) Huseyîn Derin (57) û Bektaş Saat (39) mirin, Osman Ozgur (33) jî birîndar bû.
Milê Sebahat Tuncelê şikest
Wesaîta ku Sebahat Tuncela parlementera HDPê ya Malatyayê ya berê tê de bû jî li ser rêya Malatya-Sêwasê li wesaîteke din xist û di qezayê de parlementera berê Sebahat Tuncel, bavê wê Fahrettîn, Selçuk Erbaş, Baran Tuncel, Songul (28) û Suleyman Erbaş (3) birîndar bûn. Di qezayê de milê Sebahat Tuncelê şikest.
Li Tomarzaya navçeya Kayseriyê jî wesaîtekê li Havva, Kezîban, Çîgdem û Fadîme Çavuşa ku dixwestin derbasî aliyê din ê rê bibin, xist di qezayê de Fadîme Çavuş a ku xwesiya her sê jinika bû mir, bûkên wê jî birîndar bûn.
Li Taşovaya navçeya Amasyayê jî wesaîteke ji rê derket û Zafer Eken (35) xanima wî Beyhan (31), qîzên wî Zeynep (1) û Nisa Eken (7) birîndar bûn.
Di qezayên ku li Konyayê qewimîn de 2 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Di qezaya ku li Eregliyê qewimî de kesek mir, li Erbaa navçeya Tokatê de jî kesek mir, 7 kes birîndar bûn. Di qezaya ku li Rihayê qewimî de jî 6 kes birîndar bûn.