Çiyager hilkişiyan ser Çiyayê Cîloyê ku 4 hezar û 135 mêtre bilindahiya wê ye. Piştî pêvajoya çareseriyê herêm aram bû û çiyager li vê derê ketin Golên Satê.
Hekarî salên dûr û dirêj ji ber operasyon û pevçûnan dihat rojevê. Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pêvajoya çareseriyê da destpêkirin û pê va, Hekkarî bi xwe va hat.
Çiyayê Cîloyê ku wextekî her tim dengê çekan jê dihat, vê gavê aram e. Piştî ku herêm aram bû jî tûrîstên xwemalî û biyanî diçin ser Golên Satê.
Çiyagerên ku derketin ser Çiyayê Cîloyê, ji bo ku hênik bibin û westa xwe daynîn ketin Golên Satê.
Li serê çiyê berf hê neheliyaye û çîçek jî derketine. Berf çîçek hêşînahiya golê dîmenên xweşik derxistine holê.
Grûbeke ku ji 21 kesan pêk tê, ji Enqere, Stenbol, Bursa, Samsun û Eskîşehirê hatin bajêr û derketin ser Çiyayê Cîloyê.
Serokê Klûba Çiyagerên Cîloyê Haci Tansu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Çiyayên bilind, golên cemedê û zozanên Hekariyê hêjayî dîtinê ne. Li Hekariyê kapasîteya Çiyagerî û tûrîzma siruştê heye. Golên Satê ji 28 golan pêk tê. Em havînê li vê derê feliyetan dikin."