Hüseyin Demirci
30 Adar 2022•Rojanekirin: 31 Adar 2022
Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ku li ser Sariqamîşa navçeya Qersê ye wê di tetîla hefteya duyemîn a meha Nîsanê da mêvanan biezimîne û niha ji bo wê amadehî tên kirin.
Navenda ku bi daristanên darçamê, berfa krîstal, pîstên dirêj û 2 hezar û 634 raqimê va navdar e bi pîstên xwe yên kaşûnê yên curbecur va û berfa stûriya wê digihêje 2 mêtreyan va balê dikşîne ser xwe.

Li çar aliyê welêt dinya êdî hêdî hêdî germ dibe li hin bajarên rojavayê welatî êdî dikevin behrê lê li Cibiltepeyê germahiya hewayê di bin sifirê da ye û turîstên li wê derê kêfa kaşûn û snowboardê dikin.
Bi barîna berfê li navenda kaşûnê heyam dirêj bû û wisa tê payîn ku heta tetîla nîvesalê ya xwendekaran wê heyam dewam bike.
Li navendê ji ber sermayê berf heye û otêl wê di heyama tetîlê da jî vekirî bin û mêvanan biezimînin.

Li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê 8 otêl hene ku kapasîteya wan 2 hezar û 900 nivîn e û 3 jê jî 5 stêrk in. Ji xeynî otêlan dîsa gelek apart jî hene.
Serokê Komeleya Otêlên Kaşûnê yên Sariqamîşê Halît Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal di meha adarê da berfeke xweş barî û ji ber vê jî wê heyama kaşûnê heta 17ê Nîsanê dewam bike.

Taş bangî welatiyan kir ku bila di tetîlê da werin navenda kaşûnê û li kêfa xwe mêze bikin.