Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Yusuf Ayas
30 Adar 2022•Rojanekirin: 31 Adar 2022
Li Qers û Erdexanê bi tesîra sir û seqemê baniyên avahî û kargehan şembelîkên dirêj girtin.
Li Qersê ekîbên îtfaiyeyê şembelîkên bi baniyan va şikandin, ekîbên şaredariyê jî berfa li ser rê û peyarêyan paqij kirin.
Li navçeya Sariqamîşê jî şembelîkên bi baniyan va dibin sedema xetereyê. Ekîbên şaredariyê li navenda navçeyê, yên Rêveberiya Taybet jî li çolterê xebatên berfê dimeşînin.
Li Goleya navçeya Erdexanê jî avahiyan şembelîkên dirêj girtin.
Hin welatiyan şembelîkên dibin sedema xetereyê, bi xwe şikandin.