MÛŞ
Li Mûşê di çarçoveya şahiyên Cejna Ciwanî û Sporê ya 19ê Gulanê de, ciwanan ser Çemê Mûradê kêfa raftîngê kir.
Li Mûşê bi tevkariya Midûriya Bajêr a Xizmetên Ciwanî û Sporê, Qeymeqamiya Warto û Nûneriya Bajêr a Raftîngê çalakiyên bi navê "Şahiya Biharê" hatin lidarxistin.
Midûrê çand û Turîzmê Hayrettîn Çetîn, xwendekar û welatî beşdarî şahiyê bûn û li qada ku şahî lê hat kirin bafirok firandin.
Di çarçoveya bernameyê de endamên Nûneriya Bajêr a raftîngê hatin qada şahiyê û li ser Çemê Mûradê kêf kirin. Tîma raftîngê ya ku ji 7 kesan pêk dihat li gundê Kayalikayayê dest bi raftîngê kir û heta Tepekoyê hat.
Nûnerê Bajêr ê Raftîngê Şahîn Şahîn got ku bi saya pêvajoya çareseriyê û bi saya şahiyên wiha bajêr tê nasandin û wiha dewam kir: "Wekî ku hûn jî zanin bi saya pêvajoya çareseriyê însanên me bêtir diçin geşt û seyranê, êdî natirsin. Herwiha em bawerin ku dê feyda van şahiyên me jî ji pêvajoyê re hebe."
Di encama şahiyê de, xelat dan kesên di pêşbirkê de ketin dereceyê.