Haydar Şahin
22 Tebax 2020•Rojanekirin: 23 Tebax 2020
Sadik Başaranê 28 salî yê li Diyarbekirê dijî bi bîskîletê li 29 bajaran geriya û nika xeyala wî ew e ku derkeve gera dinyayê.
Ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) dikan hatin girtin û Başaranê bi aşpêjiyê debara xwe dike jî biryar da ku bi bîskîletê li Tirkiyeyê bigere.
Baraşan di 5ê hezîranê da derkete rê û guzegaha Şanliurfa, Gazîentab, Osmaniye, Edene, Mêrsin, Antalya, Muxla, Aydin, Îzmir, Manisa, Balikesîr û Bursayê teqîb kir û derbasî Stenbolê bû. Başaran paşê jî ji rêya Herêma Behra Reşra vegeriya Diyarbekirê.
Hevalên wî raserî wî diketin û ji bo vê rêwîtiyê digotin îmkan tune ku were kirin. Başaran ji ber ku rêwîtiya xwe temam kir gelekî kêfxweş bû û nika dixwaze ku bi bîskîletê va li dinyayê bigere.
Başaranê bîskîleta xwe jî bi xwe temîr dike diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê da bêkar ma û ji bo hewceya wî bi guherînekê çêbû.

Başaran destnîşan kir ku bi pereyê xwe yê dawîn va bîskîletek kirî û wiha pê da çû:
"Pêşiyê fikra min ew bû ku ji Diyarbekirê ra herim Bursayê. Hevalên min raserî min ketin ez jî hêrs ketim. Paşê derketin rê û gihîştim Bursayê. Madem hetanî vê derê hatibûm ez derbasî Stenbolê jî bûm. Hetanî nika qet neçûbûm Herêma Behra Reş. Min biryar da ku herim wê derê. Samsun bajarekî berbiçav bû. Min heyanî nika bajarekî wisa nedîtibû. Ez dîsa bi bîskîletê vegeriyam Diyarbekirê."
- "Min serpêhatiyên baş dan ser hev"
Başaran destnîşan kir ku bi bîskîleta xwe va di 59 rojan da li 29 bajaran geriya, 5 hezar kîlêmêtre rê bîskîlet ajot.
Başaran diyar kir ku dema geriya bi gelek kesên baş ra nasiya xwe da hev û got, "Dema derketim rê wekî mimkûn nîne xanê dikir."
Başaran wiha axivî: "Di dema rêwîtiya min da gelek kesan xwest bibim mêvanê wan û nan bi min bidin xwarin. Hin kesan alîkarî dan min ku li otêlê bimînim. Di rê da hin kesan bi min ra hevalrêtî jî kirin."
Başaran got dixwaze li Diyarbekirê kuluba bîskîletê veke û wiha pê da çû:
"Merivên xeyalperest hene, dixwazim merivên wekî min karên nemimkûn xanê dikin hez dikin bînim ba hev. Ez 28 salî me û di jiyana min da rojên min ên herî baş di rêwîtiya min da 59 rojan da derbas bûn. Lewra min serpêhatiyên baş dan ser hev. Ji kelecaniyê hişê min tijî xanê dike. Ez dikarim hetanî ber destê sibê qala serpêhatiyên xwe bikim. Ez dixwazim beşdarî turên mezin bibim. Xeyala min ew e ku bi bîskîletê li dinyayê bigerim û herim Amerîkayê."