Mustafa Hatipoğlu
09 Tebax 2023•Rojanekirin: 22 Tebax 2023
ÎSTANBUL (AA) - Yilmaz Acarê ku şivantî dikir, bi saya xebata xwe di ezmûna zanîngehê da bi ser ketibû û Zanîngeha Îbn Xeldûn qezenc kiribû.
Acar li zanîngehê jî serfiraziya xwe domand û bû yekemînê zanîngehê. Ew ê niha jî li Zanîngeha Chicagoyê ya ku bi qasî 10 hezar kîlometre ji war û welatê bav û kalên wî dûr e lîsansa bilind bike.
Yilmaz Acarê li Omerliya navçeya Mêrdînê hat dinyayê biçûkê 13 xwîş û birayan e û dema şivantî dikir ji bo zanîngehê jî dixebitî.
Acar di encama xebatên xwe da serkeftin bi dest xist û ji sedî sed burs qezenc kir. Li Fakulteya Îlmên Îslamî ya Zanîngeha Îbn Xeldûn da di çarçoveya bernameya bi hev ra xwendina du beşan da Beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navneteweyî di 6 salan da wek yekemîn xelas kir.
Acar ji bo lîsansa bilind serî li Zanîngeha Chicagoyê da û ew ji bo beşa "Zanista Siyasetê" hat qebûlkirin û ew ê bi qasî 10 hezar kîlometre ji welatê xwe dûr biçe û here perwerdehiya xwe bidomîne.
Acar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku tevlî wî ew 13 xwîşk û bira ne û biçûkê malê jî ew e. Di berdewamiya axaftina xwe da Acar got ku bavê wî gundparêz e û ew li gund bi çandinî û heywandariyê ra mijûl in.
Acar serkeftina Prof. Dr. Azîz Sancarê ku xelata Nobelê qezenc kiribû bi bîr xist û got: "Azîz Sancar jî ji Mêrdînê ye û dema me nûçeyên der heq wî da dîtin em gelekî şa bûn. Gel jê hez dike. Bavê min jî li wan nûçeyan mêze dikir û ez jî ji şivantiyê nû hatibûm malê. Gotineke wî ji hişê min dernakeve, wî digot gelek kes ji jîrbûnê bawer dikin lê ez nakim lewra ya me ji hev diqetîne jî ked û xebat e. Vê gotina wî li ser min tesîr kir."
Bavê min ji min ra got "Tu dibînî? Helal be, herêma me û însanên me çawa baş temsîl dike. Di jiyana xwe da min ew gotin ji bîr nekir. Di pewerdeya xwe ya lîsansê da jî min ew gotin ji xwe ra kir palgeh. Ez bawer dikim ku ferqa herî bingehîn ya di navbera me da ne hiş e, xîret e. Tişta ku di navbera me da cudahiyê dike xîret û cehd e. Lewra hiş tê dayîn, lê xîret ji ber tiştên ku em dikin derdikeve holê. Helbet xîret ji me serkeftin ji Xwedê ye."
Acar got bi saya mamosteyên xwe wî serî 12 zanîngehan daye, ji wan 9 heban bersiv dane wî û wiha dewam kir: "Hinekan burseke tam da, hinekan bursa ji sedî 50 da. Ez ji malbat, mamoste û hevalên xwe şêwirîm û min biryara Zanîngeha Chicagoyê da. Lewra ev zanîngeh hem ji hêla zanistên civakî va xwedî çandeke saxlem e û hem jî li dinyayê di nav 10 zanîngehên herî bi qalîte da ye. Min qeyda xwe çêkir, xercê qeydê jî da."
Acar got ew ê 15-20 roj şûn da here Chicagoyê û wiha axivî: "Armanca min ew e ku ez lîsansa xwe ya bilind bi serkeftî temam bikim û paşê li zanîngehên hê baştir da perwerdeya doktorayê hildim, vegerim welatê xwe û di akademiyê da xizmetê bikim."