Abdullah Tel
24 Îlon 2020•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2020
Ebdulmewla Îbrahîmê 23 salî ku di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da nîvê lingê wî yê çepê seqet ma bo hînî çêkirina protezan bibe 3 sal ji ser înternetê agahî berhev kir û xwe elimand û niha jî ji bo kesên wesleyê wan seqet bûne protezan çêdike û dilê wan xweş û rûyê wan geş dike.
Îbrahîmê ji Îdlibê di sala 2012an da di êrîşeke çekdarî da birîndar bû û paşê lingê wî yê çepê ji nêvî seqet ma.
Ew bi piştevaniya malbat û hezkirên xwe bêhêvî nebû û saziyên alîkariyê jê ra ji protezê wesle çêkirin û dan wî.
Bi vê derfetê Îbrahîm xwest ku ji bo kesên wek wî wesleyên wan zirar dîtine ra bibe alîkar dest bi xebatan kir û ji ser înternetê 3 sal ji dûr va perwerdehiya protez-ortezê hilda.
Ciwanê zîrek paşê ji bo tiştên hîn kiriye ji bîr neke û wan bikarbîne çû navendeke protez lê tên çêkirin û dest bi xebatê kir.
Di vê qadê da Îbrahîm xwe elimand û derbasî navçeya Baba ku di sala 2017an da ji destê rejima Esed û piştgirên wî hatibû xilaskirin bi cih bû.
Îbrahîmê ku seqet e û wek wesle protez diemilîne ji bo kesên wek xwe ji heyatê dûr nemînin û bikaribin kar û barên xwe bikin protezên wan temîr dike û ji bo wan protezan çêdike.
Ew him di qada derûniyê da û him jî bi halê xwe ji bo kesên seqet kesekî mînak e û piştgiriyê dide wan.
Îbrahîmê ku zewiciye û zarokek wî jî heye li navçeya Babê di navendeke protezan çêdike da dixebite û bi vî karî debara mala xwe jî dike.
- "Heta niha ji bo 300-400 kesî min protez çêkir"
Îbrahîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew piştî seqet ma biryar da ku ewê xwe bernede û têkoşîna xwe bidomîne û wiha domand: "Digel her tiştî divê em bijîn. Min heta niha ji bo 300-400 kesî wesleyên protez çêkirin. Min ji wan ra qala xwe û heyata xwe kir û xwest ku bila ew dev ji heyatê bernedin. Dema ew dibînin ez jî mîna wan seqet im, şaş û metel dimînin û paşê çav didine min û bi wêrekî tevdigerin."