05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
ÎSTANBUL/ŞANLIURFA
Rejima Beşar Esad bi gaza klorê êrîşî Beldeya Xan Şêxûna Îdliba bakurê Sûriyeyê kir. Li Stenbolê ev êrîşa kimyewî hat protestokirin.
Endamên koma Şoreşa Nimêja Sibehê, ciwanên Zanîngehê yên Endamê Ozgur-Derê û Endamên Weqfa Seriyyeyê li tunela Beyogluyê kom bûn. Komê li vira pankartên li ser "Rûsyaya emperyalîst ji Sûriyeyê bicehime" dinivîse vekir.

Kom di bin kontrola polêsan da heta konsolxaneya Rûsyayê meşiya û tekbîr anîn. Komê bang kir û got: "We ji ber çi sûcî zarokên li Îdlibê kuştin?"
Li ber konsolxaneyê rojnamevan Adem Ozkose li ser navê komê axivî û got ku li Ewropayê li Amerîkayê 50 mirîşk hişk bibin dê dinya rabe ser piya.
Ozkose behsa zarokên ku îro li Îdlibê ji ber çekên kîmyewî mirin kir û wiha dewam kir: "Em ji Îran û Rûsyaya kujer re dibêjin ku 'Hey nemerdno, hey zalimno, hey kujerno, we ji ber çi sûcî zarokên li Îdlibê kuştin? Ji ber çi we ew qetil kirin? Hûn gişt kujer in' Rûsyayê zarokên me li Helebê qetil kirin. Rûsya kujer e, Putîn kujer e. Xamaneyê ku di her axaftina xwe de dibêje li pey Hezretî Huseyn û Hezretî Elî ye.... Ey Xamaney ma tune şopînerê Hezretî Elî û ehlê beyta wî yî, tu şopînerê Yezîd î. Şopînerên Hz. Elî, Hz. Omer û Hz.E bûbekir em in.

"Dema birayên me bimrin em misliman nikarin bê deng bimînin"
Ozkose got: "Heke miriyên me bi miriyên rojavayê wekhev nebin, heke li dinyayê edalet tunebe wê demê aştî jî tuneye. Heta dawiyê emê li hember zaliman li ber xwe bidin. Her çiqas li hember zilman, li hember kuştina zarokan dinya bêdeng jî bimîne, ev ciwanên Stenbolê, Diyarbekirê, Konyayê û mirovên baş yên Anadoluyê huş nabin û wê bertekê nîşan bidin. Emê bi sloganan, bi bangan û bi tekbîran berteka xwe nîşan bidin. Em umetê Pêxemberekî ne ku dibêje 'Kesê li hember zilmê bêdeng dimîne şeytanê bêziman e.' Dema birayên me bimrin em misliman nikarin bê deng bimînin"

"Ev êrîşa kîmyewî ya nemerd ne ewil e"
Sekreterê Giştî yê Komeleya Dixtorên Navnetewî (AID) Mustafa Yilmaz jî got ku di sê salên dawîn de 160 caran êrîşa kîmyewî hat kirin. Divê ji bo edeletê, ji bo merhemetê cara dawîn li van zarokan mêze bikin.
- Li Şanliurfayê jî hin welatî di nimêja sibê da bertek nîşanî êrîşê dan
Li Şanliurfayê hin welatî di nimêja sibê da li mizgeftekê hatin cem hev û ji bo qurbaniyên êrîşa kîmyewî ya li Îdlibê ku rejima Esed bi xaza klorê êrîş kiribû, dia kirin û bertek nîşanî êrîşê dan.
Qederek endamên hin saziyên civaka sivîl û hin welatî di wextê nimêja sibê da li Mizgefta Dergahê civiyan û Qur'ana Kerîm xwendin.
Miftiyê Parêzgehê Îhsan Açik piştî nimêja sibê ji bo mexdûrên şerê Sûriyeyê û hemû misilmanan dia da kirin.
Serokê Platforma Alîkariya Mirovî ya Şanliurfayê Osman Gerem di daxuyaniya xwe ya li vir da diyar kir ku şerê li Sûriyeyê tevî qetlîaman ket sala 7emîn û herwiha êrîş şermezar kir.
Gerem got xweziya wî ew e ku êdî dawî li şerê navxweyî li Sûriyeyê were û bangî hemû misilmanan kir ku seba xelkê Sûriyeyê dia bikin.
Kordînatorê Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê yê Weqfa Alîkariya Mirovî, Maf û Azadiyên Mirovan Behçet Atila jî bal kişand ku dikarin misilmanan bikujin, sirgûn bikin, bi çekên kîmyewî êrîş bikin, lêbelê wê nikaribin dawiyê li misilmanan bînin.