ŞANLIURFA
Di çarçoveya reforma axê de di sala 1978an de erd û erazî li cotkaran hatibû belavkirin lê belê piştî 12 salan her çiqas ku her sal îcareya wê jî didan di sala 1990an de ji destê wan hat sitendin. Li ser vê yekê her çiqas dereng be jî komeke cotkaran ku nêzî 200 kesî bû, rêya Şanlıurfa-Akçakaleyê ji hatûçûyê re girt.
Koma cotkaran li ser rêya Şanlıurfa-Akçakaleyê ku nêzî rêya gundê Yardımcı bû di dest wan de bi pankartan çalakiya rûniştinê li dar xist.
Li vir ji komê daxuyanî hat dayîn û hat îdiakirin ku di sala 1978an de di çarçoveya reforma axê de erazî dane wan û wan jî 12 sal îcareya wê daye dewletê, lê belê di sala 1990an de bi biryarekê ev erazî ji destê wan hatin derxistin.
Ji ber ku rê hatibû girtin wesayît li pey hev rêz bûn. Piştî ku kom û destûrmendên mûxatab axivîn, rê ji hatûçûyê re hat vekirin.
Piştre ji komê 5 kes hilbijartin û ji bo ku bi destûrmendan re bicivin û biaxivin çûn navenda bajêr.