Abdullah Tel
30 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê îsal ji ber ku ber û bereketa genim zêde bû, cotkarên li bajêr kêf kirin.
Wekîlê Midûrê Xurek Çandinî û Heywandariyê yê Diyarbekirê Mustafa Korkutan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li bajêr bi di zeviyên bi avî da ber û bereket kêm nebû û cotkar ji bêderên xwe razî ne.

Korkutan destnîşan kir ku li seranserê bajêr li ser 3 milyon û 400 hezar donimî genim hat ajotin û wiha pê da çû: "Rekolteya genim li gor bendewariyê derket. Em li bendê ne ku îsal bi qasî milyonek û 150 hezar ton genim rakin."
Ji corkarên Bismilê Hamza Koç jî got ku wî jî li zeviyê xwe genim ajotiye û wiha pê da çû: "Serê donimê bi qasî 450-500 kîlogram genim em radikin. Di bin germahiya hin carî ji 40 pileyî derbas dibe em paleyiyê dikin. Niha jî ji ber ku heqê keda me tê em kêfxweş in. Ev bendavên ku tên çêkirin jî temam bibin wê ji bo me çêtir bibe."