DIYARBEKIR
Li herêma Navsûrê (Suriçi) ya ku yekemîn nîşîngeha Diyarbekirê ye û lê gelek mizgeft, dêr, xan, himam, karwanseray û malên kevnare hene dê êdî ji îro û pê de zabiteyên turîzmê peywirê bikin.
Bi pêvajoya çareseriyê li bendê ne ku li bajêr vê sezonê turîzm bêtir çalak be û herwisa li ser teleban Şaredariya Bajarê Mezin di navê de zabiteyên jin jî dê zabiteyên ku bi îngilizî, erebî û kurdî (kurmancî û zazakî) dizanin peywirdar bike.
Li herêma Navsûrê ya ku bi avahiyên xwe yên kevnare ve wekî kevinxaneyeke vekirî tê pênasekirin û lê mezintirîn keleha dinê ya namzedê UNESCOyê heye, dê zabiteyên turîzmê bi motorsîkletan ve dewriye bigerin û şêwirmendiya turîstan bikin.
- "Em li bendê ne ku pir turîst dê werin"
Sêkreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Fethî Suvarî ji peyamnerê AAyê re got ji ber ku navenda bazirganiyê ye û lê 41 perestgeh û bi qasî wî jî xan, himam û karwanseray û nêzî 500 malên kevnare hene, ew gelekî gîrîngiyê didin herêma Navsûrê (Suriçi) ya ku yekemîn nîşîngeha bajêr e.
Suvarî destnîşan kir ku hersal bi sed hezaran turîst tên seredana bajêr û wiha pê de çû: "Ji ber pirsgirêkan di heyamên berê de hejmara tûrîstan kêm dibû, lê ji bo rojên pêşiya me em li bendê ne ku pir turîst dê werin. Ev bajar tê meraqkirin."
Suvarî diyar kir ku Diyarbekir wekî kevinxaneyeke vekirî ye ku lê huner û şaristanî têkelî hev bûye û wiha domand: "Ji ber vê çendê ji bo turîstên ku dê bajêr ziyaret bikin me ewil wekî herêma pîlot Navsûrê hilbijart û ji bo hawirdora Ulucamiya Dîrokî, Dêra Dayîka Meryemê, Mala Dengbêjan û Xana Hesenpaşa re em ê zabiteyên turîzmê peywirdar bikin. Tîma zabiteyan a ku di navê de jin jî hene dê ji 12 kesan pêk were û ev kes jî dê ji nava wan kesên ku heta astekê bi îngilizî, erebî û kurdî (kurmancî û zazakî) dizanin werin hilbijartin.
Suvarî balkişand ku zabiteyên turîzmê dê bibin tîmên mobîl û wiha dewam kir: "Peywira tîmên mobîl ên sereke ew e ku dê rê nîşanî turîstan bidin, rehberiya wan bikin û ji bo ewlehiya wan tevdîran bistînin."