Abdullah Tel
26 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2021
Cotkarên li gundên ber palên Çiyayên Arasê ku li başûrê Îdirê dikeve dijîn û debara xwe jî bi heywandariyê dikin ji ber zivistan, sir û seqemê zehmetî dikişînin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û seqem tesîra xwe didomîne û di heman demê da jî bi xwe ra dibe sedema zehmetiyan jî
Cotkarên li gundên palên Çiyayên Arasê yên Îdirê dijîn ji aliyekî li hemberî berf û seqemê hewl didin û ji aliyekî va jî heywanên xwe yên ku ji bo wan wek nan û av biqiymetin xwedî derdikevin, tî û birçî nahêlin.
Ji ber berf û seqemê cotkar nikarin heywanên xwe derxin mêrgê lê ji lodên giyayên ku payîzê berhev kirine balye û kayê tînin li cihê ji bo heywanên xwe kifş kirine datînin û heywanên xwe bi vî awayî têr dikin.
- Digel hemû zor û zehmetiyan heywandariyê didomînin
Li herêmê bi mehan berf li erdê dimîne û digel vê cotkar dev ji xwedîkirina heywanên xwe bernadin lewra heywanên wan ji bo wan deriyê herî mezin ê debarê ye.
Yakup Tarhanê li gundê Egrekdereyê cotkariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan havînê heywanên xwe derdixistin çêrê lê zivistanê xwedîkirina wan zehmet dibe û wiha domand: "Ev kar ji bav û kalan ji me ra maye û em pê debara xwe dikin. Li gundan ji bilî cotkarî û heywan xwedîkirinê karekî me yê din ê ku em bikaribin bikin tuneye. karê me çiqas zehmet be jî em bi kirina wî gelek kêfxweş in lewra debara me bi vê sayê ye û em mihtacê kesî nînin û zarokên xwe bi vî awayî xwedî dikin."
- Şêniyên herêmê hînî şert û mercên zor û zehmet ên zivistanê bûne
Ji cotkaran Tevekkul Tarhanê jî got ku ew hînî şert û mercên zivistanê bûne û wiha domand: "Em hînî van zehmetiyan bûne û heywanên xwe tî û birçî nahêlin."
Ji gundiyan Serhat Ozaslan got ku li herêmê herder di bin berfê da maye û cîhekî heywanên xwe derxin çêrê tuneye û wiha domand: "Îsal zivistan piçek bi zehmetî derbas dibe. Me di salên borî da wan li bexçeyên xwe yên fêkiyan xwedî dikir lê îsal zivistan piçek bi zehmet derbas dibe. Şert û merc çi dibin bila bin em heywanên xwe birçî nahêlin."