Abdullah Tel
09 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2020
Li Kilîsê berhevkirina îsotên bi tehm, reng û bêhna xwe balê dikşîne û ji bo gelek xwarinên herêmê jî ekl e dest pê kir.
Di salên borî da ji ber şer û pevçûnên di navbera PKK/YPG û DEAŞa rêxistinên terorê û hêzên alîgirên wan da ku li alî Sûriyeyê nêzî sînor qewimî ji bo Kilîsê bû sedema zirareke mezin. Cotkarên li Kilîsê piştî Hereketa Mertalê Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê va rihetî dîdtin û dest bi ajotina erdên xwe û danîna baxçeyên xwe kirin.
Li bajêr niha germahî car caran heta 40 pileyî derdikeve lê digel vê cotkar li ser karê xwe ne û pale jî ji bo bikaribin bi dilekî rihet nan û avê bibin mala xwe bi dil û can dixebitin.
Serokê Odeya Endezyarên Ziraetê ya Kilîsê Guven Ozdemir çû serdana cotkarên li nav zeviyan û got ku piraniya aboriya bajêr li ser çandinî û heywandariyê ye û wiha pê da çû: "Li seranserê bajêr li qasî 40 hezar dekarî îsot hatine danîn. Îsotên em li vê derê berhev dikin ji bajarên dor û berê û çar aliyê Tirkiyeyê ra dişînin. Li gor daneyên TUÎKê him di qada danîn û him jî di qada berê da em di rêza duyemîn da ne."
Ji cotkaran Mesût Yavuzê ku 25 donim erdê xwe kiribû îsot got ku ew îsal bereke baş hêvî dikin.