Önder Beyter
09 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2020
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê, minminîkên şaxşaxî dema ku difirin û datînin ser kulîlkeke rengîn û cuda, dibin xemla xwezayê.
Navçeya Ovacixê ku bi av û hewaya xwe, floraya xwe ya dewlemend û xwezaya xwe ya bêhempa va singa xwe ji gelek cure giyanewerî ra vedike, di xwezaya xwe da bi sedan cinsên minminîkan jî dihewîne.
Li navçeya ku her demsal xweş û cuda ye, di navbera mehên gulan û îlonê da gelek minminîk jî derdikevin holê, difirin û li ser kulîlkan datînin.
Minminîkên şaxşaxî ku navê wan ê zanistî "pieridae" ye jî bi baskên xwe yên bi xêzên spî û reş va balê dikişînin.
