Fatih Gazioğlu
13 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
GUMUŞHANE
Li Gumuşhaneyê çêleka bi navê "Yaşmakliyê" ya ku cinsî wê sîmental e za û 3 golik anîn.
Malbata xwediyê çêlekê ji ber 3 golikan gelek kêfxweş bû. Havva Yilmaza xwediya çêlê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku 4 çêlekên wan hene û wiha axivî:

Me 7 nîsana sala 2017an bi rêya sunî toxim berda çêleka xwe. Çêleka me sê golik anîn. Barê wê giran bû, me digot ev çêlek nikare 3 golikan bîne. Ewil cêwî anîn paşê jî yek din anî dinyayê. Ev ji bo me bû mûcîze, em şaş man û gelekî kêfxweş bûn. Hemû gundiyên me ji bo dîtina golikan hatin mala me."
Yilmazê got ku ji golikên wan yek mê ye dudu jî nêr in û nav "Okkeş", "Keçeli" û "Yasemin"ê li wan kirine.