Türkan Tosun
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
MUŞ
Li Mûşê cotkaran ceh û genimê ku ji bo toxim di bîran de veşartibûn derxistin.
Gundiyên li Melekentê dijîn ceh û genimê ji bo toxim di bîran de veşartibûn derxistin da ku ew toxim bavêjin.
Cotkar Bahattîn Gur got li gundê wan 300 mal û 2500 bîr hene.
Gur got hin kes di bîran de, hin kes jî di embaran de ceh û genim vedişêrin û wiha axivî: "Îsal hewa xweş e. Welatiyan zûtir toxim avêt. Par me di dawiya meha nîsanê de genim derdixist, lê îsal di meha duyem de me ceh û genim derxist."
Kadrî Aycan jî got di bîrekî da 4 ton ceh tê veşartin û ew biharê van derdixin.
Aycan got ew di nav 8 mehan de berên ku bi dest dixin cardin di bîran de vedişêrin.