ŞANLIURFA
Dayikên ji Sûriyeyê yên ku di şerê navxweyî da zarokên wan hatin kuştin bi êş û jana dilê xwe va dikevin Roja Dayikan.
Şerê ku li Sûriyeyê dewam dike motanî şerên li her cihî herî zêde li ser zarok û dayikan tesîrê dike. Jinên ji Sûriyeyê yên ku ji ber şer cî û warên xwe terk kirin û hatin Tirkiyeyê li vê derê jiyana xwe didomînin.
Gelek jinên ji Sûriyeyê yên ku zarokên wan hatine kuştin bi êş û jana dilê xwe va dikevin Roja Dayikan. Daxwaza van jinan ew e ku sala pêşiya me Roja Dayikan bi zarokên xwe ra li welatê xwe pîroz bikin.
Hanud Bercesa ji Sûriyeyê ya ku li tesîsên Eqçeqeleya navçeya Rihayê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di mehekê da 3 zarokên wê di şerê li dijî Esed da hatin kuştin.
Bercesê destnîşan kir ku piştî kuştina hersê lawên wê bi malbatî xwe sipartin Tirkiyeyê û ji Xwedê ra dia dike ku bira ev êşa neyê serê tu kesî û wiha axivî:
"Di nav mehekê da 3 lawên min hatin kuştin, em pêrîşan bûn. Dema ku em li Sûriyeyê bûn min dît ku teneşoya 3 kesan hat lê ez nizanim yên kê bûn. Dema ku ji min ra gotin ev yê lawên te ne ez dîn bûm. Êşa ku min dît Xwedê neyne serê tu kesî. 2 zarên min ên din jî destûr xwestin ku herin şer bikin lê min nehîşt ku herin. Ez tirsiyam ku ew ê jî bên kuştin û me xwe siparte Tirkiyeyê."
Bercesê diyar kir ku piştî ku hat Tirkiyeyê 2 caran firsend dît û çû merzelê lawên xwe ziyaret kir, dema ku şer biqede ew ê vegere welatê xwe û ser merzelê zarokên xwe.
Bercesa ku her roj ji bo zarokên xwe dia dike wiha pê da çû:
"Dema ku li Rihayê emeliyat bûm min doxtor şiband lawê xwe yê piçûk û zehf li ber xwe ketim. Doxtor mêze kir ku ez ber xwe dikevim ji min pirî û got 'çima wisa dikî'. Min jî jê ra got. Doxtor jî bi min ra giriya. Ku îmkana min hebe ez ê herim umre û heccê. Bi vî awayî dibe ku jana min kêm be. Xwedê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hemû kesên ku li me xweyî derketin razî be. Xwedê êşa ku me dît neyne serê Tirkiyeyê."
Zehra Hemmudê jî destnîşan kir ku di şer da 2 zarokên wê hatine kuştin û ji ber vê gelek êş û janê dikişîne.
Hemmudê serxweşî da hemû dayikên ku zarên wan hatine kuştin û wiha got: "Lawekê min ê ku hat kuştin zewicî bû. Piştî ku ew mir min navê wî li nebiyê xwe kir. Min navê kurê xwe yê Gazî li nebiyê xwe kir."
Hemmudê diyar kir ku 3 zarokên xwe jî hildaye û ji vir 2 sal berê xwe sipartiye Tirkiyeyê, bi nebiyê xwe ra carekê merzelê lawê xwe ziyaret kiriye. Hemmudê got heke firsendê bibîne dixwaze ku carekê dîsa here ser merzelê lawê xwe.