Haydar Şahin
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
GAZİANTEP
Li Erebana navçeya Gazîentabê dema komkirina zeytûnan dest pê kir.
Kerîm Yavuzê Wekîlê Midûrê Çandinî û Daristanan a Erebanê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li navçeyê 3 hezar dolim erdê baxçeyên zeytûnan heye û dest bi komkirina zeytûnan kirin.
Yavuz got texmîn dikin ku di sala 2018an da 375 ton zeytûnên rûn werin komkirin û wiha axivî: "Em texmîn dikin îsal 375 ton zeytûnên rûn ew ê werin komkirin. Li navçeyê fistiqê entabê, pemû û xibûbat dihat ajotin û ji vir 8 sal berê cotkarên me dest bi karê zeytûnan jî kirin û eleqe zêde bû."
Vakkas Uluyê cotkarê zeytûnan got 8 sal e bi zeytûnan ra eleqedar dibe û nika zeytûnên rûn ên cisnê Ayvalikê hêşin dike.
Ulu got ku ew ê îsal ton ûnîvekê zeytûn kom bike, zeytûnên xwe têxe rûn. Ulu diyar kir ku di van salên dawîn da li navçeyê eleqeyeke mezin nîşanî karê zeytûnan didin.