Önder Beyter
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê dergûşa Selma û Ehmed Mihemedê sûriyeyî ku navê wî "Xalid" danîn bû zarokê yekemîn ê 2018an.
Selma Mihemedê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Nexweşiyên Jinan û Welidînê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê li Diyarbekirê di saet 00.00an da bi awayekî asayî bebikeke kurîn a 2 kîlo û 800 gram anî dinyayê. Dê û bavê bebikê diyar kirin ku wan navê "Xalid" li dergûşa xwe kir.
Midûrê Tenduristiyê yê Parêzgehê Saît Avar zêrekî çaryek bi bebika yekemîn a salê "Xalid" va kir.
Avar destnîşan kir ku bebik zarokê pêncemîn ê malbatê ye û wiha xeber da, "Navê wî Xalid danîn. Xwedê ji wan ra xwedî bike. Ev hêvî dikim sala 2018an ji bo hemû alema îslamê nexasim jî ji bo cîranê me Sûriyeyê bibe sala aramî û hizûrê."
Dayîka sûriyeyî Selma Mihemeda 25 salî jî diyar kir ku ew ji jiyana xwe ya li Tirkiyeyê xweş in û wiha dewam kir, "Ev pênc sal in em li Tirkiyeyê ne. Em ji Helebê hatin. Em dia dikin ku şerê li Sûriyeyê di 2018an da biqede. Ez hêvî dikim ku bibe sala hizûr, aştî û dostaniyê."