Elif Orhan
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Li Mûşê ekîb ji bo ku rêya 2 gundên ku hin cihan sitûrahiya berfê digihêje 7 mêtreyan vekin xebateke dijwar dikin.
Ekîbên girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr li gundên Cevîzlîdere û Înardiya li ser navendê yên ku gelekî bilind in û ev nêzî 5 mehan e rêya wan girtî ye digel xetereya şepeyê xebatên paqijkirinê dikin.
Ekîb ji ber ku sitûrahiya berfê ji ser wesayîta paqijkirina berfê ra diavêje zehMetiyê dikşînin û digel ku bihar hatiye xebatên xwe bi fedekarane dikin.

Midûrê Îdareya Taybet a Bajêr û Xizmetên Rê û Gihandinê Mehmet Şah Şenturk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber şepe û pûkê sitûrahiya berfê cî bi cî digihêje 7 mêtreyan.
Şenturk qal kir ku ekîb ji bo vekirina rêyan şev û roj dixebitin û wiha axivî: "Li Mûşê 367 gundên me hene. Li herêma Uçevlerê em her sal ji bo paqijkirina berfê gelekî dixebitin. Deşta Mûşê bu kulîlkan xemilî, her der şîn e, heywan li derva ne, em li cihên bilind berfê paqij dikin."
Operatorê makîneya kar Celal Tumer jî got ku bi Mehmet Taşê operatorê kepçeyê ra ji bo vekirina rê gelekî dixebitin.
Tumer destnîşan kir ku li rê gelekî berf heye û wiha axivî: "Berf qerisî ye, em di vekirina rê da gelekî zehmetiyê dikşînin. Em rojane tenê 300 mêtre dikarin biçin. Înşeallah em ê di nav çend rojan da bigihêjin gund, welatî bikarin biçin gundê xwe."