Önder Beyter
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 18 Nîsan 2019
Antrenorên atletîzmê Narîn û Cuma Canbek, li Şanliurfayê zarokên ku ji taxên nava bajêr û dervayî bajêr keşf dikin û perwerde dikin, ji bo pêşbirkên neteweyî û navneteweyî amade dikin.
Cotê ku di bin sîwana Midûriyeta Xizmetên Ciwaniyê û Werzişê ya Parêzgehê da wekî antrenor kar dike, ji 5 salan zêdetir e dibistan dibistan digerin û perwerdeyê didin zarokên ku keşf dikin.
Cotê ku car carî neçar dimînin, digel zarokên xwe tên rahênanan, tevî dijwariya wê hewl didin û dixebitin da ku "Usain Bolt"ên Rihayê bigihînin.
Atlet û antrenora neteweyî ya berê Narîn Canbekê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew wekî entrenor, kariyera xwe ya 18 salan a werzişvana neteweyî didomîne.
Canbekê destnîşan kir ku ew xebat û hewildanên xwe didomîne da ku bêtir sûd û mefayê pêşkêşî werzişa Tirkan bike û wiha dewam kir, "Em hemû tecrubeya xwe ya werzişvaniyê fêrî werzişvanên xwe yên Rihayî dikin. Wekî jêrsazî ez, wekî jorsazî jî mêrê min, em zarokan ji bo pêşbirkên atletîzmê amade dikin."
Canbekê diyar kir ku li taxên nava bajêr û dervayî bajêr ew dibistan dibistan digerin da ku zarokên xwedî şiyan bibînin û wiha dewam kir, "Em li Stada 11ê Nîsanê perwerdeyê didin zarokên ku em dibînin û em wan ji bo milmilaneyan amade dikin."
Herwiha Canbekê got ku ew ji serkeftinên zarokan gelekî xweşhal in û wiha dewam kir, "Aniha me 4 werzişvan hene ku di nava tîma neteweyî da ne. Me ev werzişvanên xwe ji Rihayê transferî Fenerbahçeyê jî kirin."
- Cuma Canbek: "Ji bo ku zarokên me derbasî tîma neteweyî bibin, em dibin pêlekan"
Antrenorê tîma neteweyî Cuma Canbek jî diyar kir ku ew ji zaroktiyê va bi werzişa atletîzmê ra eleqedar e.
Canbek bal kişand ku armanca wî û ya jina wî ew e ku ji bo werzişa Tirk û ji bo Rihayê werzişvanên serkeftî bigihînin û wiha dewam kir:
"Li Rihayê di warê atletîzmê da em bûn wesîleya yekemînan. Wezişvanê me Huseyîn Can bû şeşemînê cihanê. Medîne Oktemê di şampiyontiya Balkanê da pile wergirt. Me ligel zarokên xwe encamên baş bi dest xistin. Em diçin dibistanan û em wan dijbêrin. Herwiha ji bo ku zarokên me derbasî tîma neteweyî û kulubên mezin bibin, em dibin pêlekan."