İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
28 Nîsan 2021•Rojanekirin: 29 Nîsan 2021
Li Mûşê piştî hewa germ bû laleyan vekir û Deşta Mûşê bi laleyan xemilî.
Di sala 2015an da Midûriya Giştî ya Hilberîna Nebatan a girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanan bi navê "Mûş 1071" ev lale tescîl kiribû.
Bi hatina biharê ra lale vebûn û Deşta Mûşê sor û gevez bû.
Welatî, xwezahez û wênekêş tên deştê û wêneyên laleyan dikşînin.
- "Lale sembola Mûşê ye"
Midûrê Dezgeha Çandiniyê ya Yildiz Alparslanê Burhan Çam ji nûçegihanan ra daxuyand ew der barê laleyan da bi Zanîngeha Mûş Alparslanê ra hevkariyê dikin.
Çam wiha axivî: "Ji bo feydeya laleyan bigihêje aboriya Mûşê xebatên me yên cidî hene. Lale sembola Mûşê ye û xwedî taybetmendiyan e. Her sal hefteya dawîn a nîsanê vedibin û hefteya ewil a gulanê diçilmisin, cureyeke endemîk e."
Zahîde Arslana bi hevalên xwe ra hatiye temaşeya laleyan jî wiha got: "Deşta Mûşê bi laleyan geş bû. Li çiya berf heye, lê di deştê hewaya biharê heye. Em jî bi hevalan ra hatin wêneyan bikşînin."
Zeynep Ozmenê jî got ji ber şewba koronayê 17 roj derketina derva wê bê qedexekirin ku wê xwestiye beriya vê ew bê wêneyan bikşîne û bêhna xwe bide.