Muhyeddin Beyca
27 Nîsan 2021•Rojanekirin: 01 Gulan 2021
Li çil û çiyayên Sasona navçeya Batmanê laleyên di nav gel da jê ra dibêjin guldexwîn vekirin û dîmenên xweşik derketin holê.
Bi taybetî li Zozana Siltanê ya li Sasonê û çiyayên Helkis û Singitirê û Zozana Şilekê guldexwîn vedikin û wênekêşên amator û profesyonel eleqeyê nîşan didin.
Sabahattîn Atalayê wênekêşê tebîetê got her sal ji bo wêneyên guldexwînan bikişîne û van dîmenên rengîn bibîne çavên wê li rêya nîsanê ne, îsal jî ji ber ku wêneyên guldexwînan kişand gelekî kêfxweş bû.
Atalay got piştî rêwîtiyeke zor û zihmet hatin herêma guldexwînan û wiha pê da çû: "Em li herêma di dinavbera Sasonê û bajaroka Yucebaxê da ne. Me dema xweşikahiyên li vê derê dîtin derd û westa me xilas bû."
Esra Okudura Hîndekara Xwendingeha Bilind a Sasonê ya Zanîngeha Batmanê jî diyar kir ku guldexwîn li gelek herêmên vê derê bi tebiî hêin dibin, ji hêla dîtbariyê va kaw in û koka wan pîvaz e.
Okudurê got di nav gel da gelek navan li guldexwînê dikin û guldexwîn li 3 hezar mêtro bilindahiyê hêşin dibin û wiha axivî: "Guldexwîn di nav 10-15 rojan da kulîlk vedikin. Qedeye ku pîvaza koka wê derxin pê zêde bikin lewra cureya endemîk e."