HAKKARİ
Kadeyên ku ji hêla jinan ve bi taybetî di remezanê û cejnan de tên çêkirin, hema hema di her malê de bi kêfxweşî tên xwarin.
Kade bi vî awayî tên çêkirin: Hevîr bi rûn tê vestirandin û xwelîsê dixin nav, hêk û kuncî li ser dikin û di nav tendûrê de dipêjînin.
Ji jinên kadepêj Safiye Ertuş diyar kir ku kadeyan piranî di rojên taybet de çêdikin û got ku ji Cejna Remezanê re çend roj man, em wekî her sal dîsa ji bo van rojên taybet kadeyan amade dikin. Kade teqez di sofreyên me de cî digirin û bi taybetî bi xoşavê re tên xwarin.