Haydar Şahin
18 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Di Çemê Qeresuyê yê li Erzincanê da masiyê limûzirav ya 83 kîloyî hat girtin.
Serdar Mercanê 42 salî yê li navçeyê masîgiriyê dike dema li Çemê Qeresuyê masî digirt masiyekî limûzirav bi nîkê tayê wî girt.
Mercan kêmzêde saet û nîvekê li ber xwe da û masiyê 83 kîloyî yê bejna wî 180 santêm bû girt.
Li bazara şemiyê ya li Yenîmeheleya navenda bajêr kîloya masî bi 40 lireyî difroşin û welatî eleqeyeke mezin nîşanî masî didin.
Mercan daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku bi salan e masiyan digre û wiha axivî: "Ji bo ku masiyê limûzirav bigrim min gelekî li ber xwe da û girt. Vê gavê rekora Erzincanê di destê min da ye."