Türkan Tosun
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Saît Kendirciyê (60) li Sirûca navçeya Şanliurfayê sola temîr dike xweşikiyên bajêr bi helbestan tîne ziman.
Kendîrcî li taxa Yildirimê di kargeha xwe ya 15 mêtroqereyî da 30 sal e solan û makîneyên dirûnê temîr dike.
Kendîrcî ji dibistana seretayî mezûn bûye û 43 sal berê jî dest bi nivîsandina helbestan kiriye.

Heta niha Kendîrcî 400 helbest nivîsîne û jê hinekan jî li dîwarê kargeha xwe va daliqandiye. Dema muşteriyên wî tên solên xwe bidin temîrkirin, Kendîrcî ji wan ra helbestan dixwîne.
Pirtûka wî ya helbestan a bi navê "Di Wextê Şefeqê da" jî hatiye çapkirin.
- "Divê tiştek tesîrê li ser te bike ku tu helbestê binîvîsî"

Kendîrcî ji nûçegihanê AAyê ra got di helbestên wî da şopên jiyana wî hene û wiha axivî: "Min çi dîtibe ew nivîsî. Her ku roj derbas bû, min helbestên baştir nivîsîn. Heke îlham nebe, tu 10 roj û 10 şevan jî hewl bidî tu dîsa nikarî binîvîsî. Nivîsandina helbestê ne pîşeyek e. Divê tiştek tesîrê li ser te bike ku tu helbestê binîvîsî. Ez ji muşteriyên xwe ra jî bi dil û can helbestan dixwînim. Metel dimînin. Helbestên min biqafiye û kêşe ne. Helbesta bê kêşe keriya bê şivan e."
Kendîrcî got ew di helbestên xwe da behsa xweşikiyên Sirûcê dike û wiha dewam kir: "Em dixwazin navçeya me bi xweşikiyên xwe, bi sirûşta xwe, bi xebatên civakî, çandî û sporê bê nasîn. Min jî hewl da ez van xweşikiyan di helbestên xwe da vebêjim. Helbestan gelemperî piştî dimrin bi berhemên xwe va bi nav û deng dibin. Ez naxwazim aqûbeta min jî wek ya wan be."
Kendîrcî got ji ciwanan ra pêşniyaza wî ew e ku bila ew pirtûkan bixwînin.
Ji bo pirtûka xwe ya duyem jî Kendîrcî got ew ji rayedaran alîkariyê dixwaze ku pirtûka wî bidin çapkirin.