26 Gulan 2016•Rojanekirin: 27 Gulan 2016
KAHRAMANMARAŞ
Serokê Federasyona Nanpêjan a Tirkiyeyê Halîl Îbrahîm Balci got: "Bihaya ji hin melzemeyên me zêde bû lê ji bo di meha Remezanê da gelê me rihet bike me bihaya pîdeya Remezanê zêde nekir."
Balci beşdarî civîna Lijneya Şêwr û Kontrolê ya Federasyona Nanpêjan a Tirkiyeyê ya Behra Spî, Herêma Rojhilatê Anadolu û Başûrê Rojhilatê ya li otêleke Kahramanmaraşê hat kirin bû.
Balci li vir axifî û got ku wê îsal di meha remezanê da bihayê pîdeya Remezanê neguhere. Bihayê pîdeya Remezanê sala par 6 lîre bû û wê îsal jî bi 6 lîreyan bê firotin û wiha dewam kir: "Me bi serokên odeyê ra şêwra xwe kir. Par kîlograma pîdeyê bi 6 lîreyan bû û me biryar da ku îsal jî ewqas be."
Balci wiha dewam kir: "Herçiqas bihaya melzemeyên ku em distînin zêde bûbe jî, me bihaya nan zêde nekir. Bila welatiyên me di meha Remezanê da rihet bikin. Sala par biha çibû wê îsal jî ew be."
Balci bal kişand li ser xeberên wekî "Bi genên genim tê lîstin. Ji ber vê yekê nan û mamulên ji genim tên çêkirin nexwin" û got ku kesên ku wiha dibêjin nan naxwun di şûna nan da lehmecûnê dixwun û wiha dewam kir:
"Lehmecûn jî bi arvan tê çêkirin. Divê kes guh neda daxuyaniyên wiha û bi van daxuyaniyan îtîbar neke."