Li Batmanê endamên YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya rêxistina terorê PKKyê dema tekemeniyek amade dikirin ku êrîşî hêzên ewlehiyê bikin, teqemenî di destê wan de teqiya. Ji endaman yek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li taxa Hîlalê di kuçeya 3718an de 4 terorîstan teqemenî amade dikir. Ji ber teqîna teqemeniyê R.K, S.Î, F.A û S.Î birîndar bûn.
R.K yê ku giran birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyeke taybet lê li wir mir.
Yên din jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê. Der barê bûyerê de jêpirsîn dewam dike.
Ji hêla din Parlementera Batmanê ya HDPyê Saadet Becerîklî hat nexweşxaneyê û birîndar ziyaret kirin.