Önder Beyter
27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
AGRI
Li Agiriyê kursiyerên kursa "Bi Elifbêya Brailleê va Qur'an" ya ku ji bo kesên çavên wan nabînin hat vekirin, di nava 1,5 salê da fêrî xwendina Qur'ana Kerîm bûn.
Ji aliyê Miftîtiya Parêzgeha Agiriyê û li ser daxwaza Şaxa Agiriyê ya Komeleya Korên Şeş Noqte kursa "Bi Elifbêya Brailleê va Qur'an" hat lidarxistin.
Beşdarvanên kursê yên ku çavê wan nabîne, di hefteyê da 5 rojan çûn kursa li avahiya komeleyê û xwe fêrî xwendina Qur'ana Kerîm kirin.
Kursiyerên ku bi hewl û xîreta xwe ji gelek însanî ra bûn nimûne, ligel feyza menewî wê li kursa ku wê bi alîkariya ÎŞKURê li navenda perwerdeya gel were vekirin, wekî hîndekar bixebitin û debara xwe pê bikin.
Hîndekarê kursiyeran Davut Eldem ji peyamnerê AAyê ra got ku wî li Manîsayê li kursa Serokatiya Karûbarên Diyanetê ya Bi Elifbêya Brailleê va Qur'an, perwerde stand û herwiha wan li ser daxwaza Komeleya Korên Şeş Noqte li bajêr kurs vekir. Eldem wiha xeberda, "Li Agiriyê xwîşk û birayên me yên ku çavê wan nabîne, gotin ku bi rastî jî ew dixwazin fêrî xwendina Qur'anê bibin. Heta gotin ku ewê bona wî karî biçin parêzgehên din. Ji ber hindê me jî got, 'hûn neçin em werin bal we'. Me ji Serokatiya Karûbarên Diyanetê elifbê xwestin û me kurs vekir."
Eldem got ku kursiyer pir bixîret in û wiha dewam kir, "Di Elifbêya Brailleê da bona her herfeke gupkirî qodek heye. Divê ew qod bihatana jiberkirin. Hemûyan jî sebr kir. Ev perwerde bi xwe karekî dijwar e. Di wan rojên zivistanê da, di berf û sermayê da hatin û yek bi yek jiber kirin. Xîret kirin û herwiha me di nava 1,5 salê da 30 cuzî xwend. Armanca me ya sereke ew e ku em hem xwendina Qur'ana Kerîm fêrî van xwîşk birayên xwe bikin û hem jî wan bigehînin asteke wisa ku bikaribin dersa Qur'anê bidin. Bi vî awayî em dixwazin vî karî bidomînin."
Alîkarê Serokê Şaxa Agiriyê ya Komeleya Korên Şeş Noqte Salih Çavdarci ku ew bixwe jî beşdarî kursê bû, got ku ew bi saya mamosteyê kursê Davut Eldem fêrî xwendina Qur'ana Kerîm bûn û wiha xeberda:
"Xwedê bira ji mamosteyê me razî be. Bi saya wî em û hevalên xwe em havîn zivistan hatin kursê û di nava 1,5 salê da me xwe fêr kir. Fêrbûna Elifbêya Brailleê li gorî mirovan diguhere. Tiliya hin kesan kêm hîs dike. Ji bo kesên normal dijwar e, lê bona kesên ku çavê wan nabîne, hêsan e. Çavê kor tiliyên ronkayî. Tiliyên ku dibînin."