Abdullah Tel
27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
BITLÎS
Li Edilcewaza ku li keviya Gola Wanê ye û ser Bidlîsê ye 3 sal berê, li golê "kaşûna ser avê ya bi werîs" ket fealiyetê û li tesîsê heyama îsal dest pê kir.
Welatiyên hatin tesîsê him ketin ava golê hînik bûn û him jî bi "kaşûna ser avê ya bi werîs" kêf kirin.
Qaymeqam Arîf Karaman di merasima vekirina heyamê da axivî û got ku ew naxwazin herêm bi bûyerên terorê di rojevê da cih bigire.
Karaman xwest ku bila welatî ji bo sporên avê bên navçeyê.