Miftiyê Agriyê Îzanî Turan ji nûçegihanê AAyê re ragihand ku qurban ji bo ku meriv nêzî Xwedê bibe tê ser jê kirin. Armanc bi tenê ew e ku meriv riza Xwedê qezenc bike. Qurban ji bo ticaretê û ji bo alayîş û nîşandanê nayê dayîn.
Turan diyar kir ku qurban îbadeteke pereyî ye. Ji bo ku em ji nîmetên Xwedê re şikir bikin û ji bo alîkarî û xêrê qurban tê dayîn.
- "Cejna Qurbanê ne cejna depokirina goşt e."
Turan diyar kir ku divê goştê qurbanê ji 3ê yek ji malbatê re, ji 3ê yek ji feqîr û belengazan re û ji 3ê yek jî ji mêvanan re bimîne.