Sevim Hatun
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
BURSA
Li Taxa Eskikaraagaça li qeraxê Gola Ûlûbata Bursayê, dostaniya 6 salan a masîgir û leglegê balê dikşîne.
Leglega ku di demsala biharê da tê Taxa Eskikaragaça ser navçeya Karacabeya parêzgeha Bursayê ya ku yek ji endamên Yekîtiya Gundên Leglegan ên Ewropayê ye çi dibe bila bibe Adem Yilmazê masîgirê 64 salî dibîne. Legleg ji ser keleka masîgir a ser golê re difire, masiyên ku masîgir davêje ber dixwe.
Yilmazê ku bi têkiliya leglegê re daniye balê dikşîne, ev 10 sal in li Taxa Eskikaragaçê masîgiriyê dike.
Yilmazê masîgir wiha axivî:
"6 sal berê wexta min tor diavêt golê leglegek hat xwe li bal min danî. Wexta min ew dît, ez hinekî şaş bûm. Lewra berê leglegan li nêzî merivan danetanîn. Min fêm kir ku birçiye, hema min masî ji torê derxistin û avêtin ber. Piştre legleg her serê sibehan hat bal min."
-"Yaren" ditirse
Yilmaz got ku wî navê "Yarenê" li leglegê kiriye û demsala biharê wexta legleg tê taxa wan, çi dibe bila bibe wî dibîne û wiha dewam kir: "Wexta Yarên tê vir, ez li ser golê bim jî li min digere min dibîne. Yanî min nas dike. Li ser kelekên din danayne tenê tê ser ya min. Her sal wexta tê ez jî wê nas dikim. Ez jê hez dikim. Ew jî min nas dike."
Yilmaz got wexta pir nêzî leglegê dibim ditirse û wiha axivî: "Zêdeyî nîv mêtroyî nêzîk bibim ditirse, xwe paşva dikşîne û difire. Lê paşê dîsa vedigere."