İbrahim Atmaca
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
GAZÎANTEP
Piştî ku Cerablusa navçeya bajarê Heleba Sûriyeyê bi Operasyona Mertalê Feratê ji DEAŞa rêxistina terorê hat paqijkirin, veger dewam dike û heta niha 44 hezar û 643 kes vegeriyane Cerablusê
Sûriyeyî ji bo ku herin welatê xwe serî li Walîtiya Gazîantebê didin. Piştî hildana destûrê sûriyeyî ji deriyê Gumrikê yê Karkamişê ra vedigerin welatê xwe.
Piştî ku qeydên wan li Salona Sporê ya Karkamişê tê çêkirin û ji kontrola ewlehiyê ra derbas dibin, diçin Cerablûsê.
Midûrê Îdareya Koçê yê Gazîantebê Oktay Bahçecî bi bîr xist ku ji 7ê îlona 2016an û pê va derbasbûnên Sûriyeyê dest pê kir.
Bahçecî diyar kir, ji wê rojê pê va sûriyeyiyên ku dixwazin, ew wan dişînin û heta niha 44 hezar û 643 sûriyeyî vegeriyan welatê xwe.