Uğur Aydıntürk
09 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2023
Li Gazîentaba ku UNESCOyê di mijara gastronomiyê da navê wê li ser Şaxa Bajarên Afirîner zêde kiriye du hevalên 62 salan şorbeya beyranê çêdikin û çêkirina wê fêrî ciwanan dikin.
Mustafa Dertlî (72) û Îbrahîm Barikê (72) di ciwaniya xwe da li gelek xwaringehan bi hev ra xebitîne û bûne xwedî tecrube 20 sal berê xwaringehek vekirine.
Dertlî û Barik li vê xwaringehê şorbeya beyranê, ser û pê û xwarinên herêmî çêdikin û çêkirina van xwarinan fêrî ciwanên li ber destê xwe dikin.
Mustafa Dertlî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand gelek aşpêj li ber destê wan mezin bûne.
Dertlî got wan bi hev ra dest bi vî karî kiriye û wiha axivî: "Em heta îro bi hev ra xebitîn û gihîştin van rojan. Beyran şorbeyeke pir xweş e. Em bi hezkirin çêdikin û tehma wê bi hev ra temam dikin. Salên min ên dirêj bi Hoste Îbrahîm ra derbas bûn. Em ê çawa dev ji hev du berdin? Heta mirinê em ê bi hev ra bin. Cinazeyê me jî wê ji vê dezgehê derkeve."
- "Em hev du temam dikin"
Îbrahim Barik jî anî ziman ku ew hevalên hev du yên zarokatiyê ne û wiha dewam kir: "Em beyranê çêdikin û hev du temam dikin. Yên tên li vir jî kêfxweş dibin. Ji bilî kar me tu caran dilê hev nehîşt. Dema em nîqaşê dikin, her kes diçe aliyekî û mijar tê girtin."