Ömer Faruk Salman
27 Adar 2025•Rojanekirin: 30 Adar 2025
Beqleweya Entabê ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) tescîldar e, di cejnan da zêde tê xwestin.
Li Gazîentaba paytextê şêraniyê ku li "Tora Bajarê Aferîner" a UNESCOyê hatiye zêdekirin û navê bajarê gastronomiyê sitandiye, hosteyên beqleweyê ji bo cejna remezanê gelekî dixebitin.
Li bajarê ku di demên asayî da rojane 30 ton beqlewe lê tê hilberandin, di meha remezanê ev rêje derdikeve 2 qatan.
Hosteyên ku ji ber nêzîkbûna cejna remezanê vala namînin û bi siparişan ra nagihînin, 24 saetan xebata xwe didomînin.
Hosteyên ku bi siparişên online jî beqleweyê digihînin her aliyê Tirkiyeyê û cîhanê dibêjin ku van rojan rojane 80 ton beqleweyê hildiberînin.
Omer Faruk Çiftçiogluyê ku yek ji hilberînerê beqleweyê ye li wî bajarî, ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ber ku nêzîkî cejnê sipariş gelekî zêde dibin û hewl didin pê ra bigihînin.
Çiftçioglu destnîşan kir ku berhemên wan li ser dezgehê namînin û ew tenê mane xebata gihandina siparişan û wiha pê da çû:
"Em hewl didin ku siparişên xwe pakêt bikin û bişînin her aliyê cîhanê. Em li vê derê siparişên ku ji nav welêt û dervayê welêt tên amade dikin. Bi piranî sipariş ên nav welêt in. Di demên asayî li Gazîentabê 30 ton beqlewe tê hilberandin, lê ev reqem di meha remezanê da gihişt 60 tonî. Di rojên dawîn yên remezanê da jî ber bi cejnê va, digihêje 80-90 tonî. Siparişên nav welêt heta 24 saetan tên teslîmkirin, yên dervayî welêt jî di 36-48 saetan da tên teslîmkirin."