YALOVA
Alperen Kivilcimê 24 salî dixwaze bi bisqilêtê ji Çiyayê Agiriyê xwe berde xwarê û bibe yekemîn kesê ku bi bisqilêtê ji Çiyayê Agiriyê hatiye xwarê.
Alperen Kivilcimê li Yalovayê dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku 9 sal e bi werzişa bisqilêtê re eleqedar dibe û wiha got: "Li Tirkiyeyê di gelek pêşbaziyên bisqilitê de dereceyên min hene, lê di bisqilêta çiyê de sînor hene. Meriv yan dibe yekemîn yan jî dibe duyemîn û sêyemîn. Ji sala 2012an vir ve derbasî branşa dowhîllê bûm. Ev tam li gorî min e, lewra di vê werzişê de sînor û dawî tuneye."
Kivilcim diyar kir ku antremanên vê werzişê li gor yên din zehmet e û wiha xeberda: "Meriv tenê li bisqilêtê siwar nabe û xwe ser berjêr bernade. Divê xebatên fîtnesê werin kirin, xebatên hevsengî û kordînasyonê lazim in. Antremanên teknîk pêwîst in, ji bo vê nêzî sed caran min xwe ji Uludagê berda xwarê. Ji bo Çiyayê Agririyê jî ev 2 sal e dixebitim. Rojê 6 seet antreman dikim."
- "Ez ê di hefteya ewil a tebaxê de xwe berdim jêrê"
Kivilcim destnîşan kir ku dê nêzî 40 deqîqeyan bidome û wiha got: "Ji bo vê kordînasyoneke mezin lazim e. Min hemû amadehiyên xwe temam kirin. Dixwazin di hefteya ewil a tebaxê bi sax û silametî bi bisqilêtê xwe berdim jêr. Ez hêvî dikim ku dê bi vî awayî li Tirkiyeyê ev werziş were nasîn."