Beşa Endezyariya Xurek ya Fakulteya Avasaziya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê di laboratuvarê de nanê biribês çêkirin.
Dekanê Fakulteya Avasaziyê û Endazyariyê Prof. Dr. Îsmaîl Saît Dogan der barê çêkirina nanê biribês de daxuyanî da rojnamevanan. Dogan got ribês hişk kirine, hêrandine û pişt re bi hinek ar ve hevîr kirine û wisa nan çêkirine.
Dogan got ku ji ber ku di nav vî nanî de antîoksîdan heye, ew ji bo pîrbûnê û pençeşêrê baş e û feydeya wê heye.
Dogan ewil perçeyek nan xwar û dû re jî da rojnamevanan û wiha axivî:
"Me xebatek da destpêkirin ku em çawa dikarin nan bêtir bi tenduristî bixwin. Ji ber vê me li ser nebata ribês lêkolîn kir. Gelek taybetiyên ribês heye. Ribês him bi xwe û him jî bi pelên xwe pir dewlemend e, ji hêla lîfan de jî dewlemend e. Ji bo ku em ji van taybetmendiyan sûdê werbigrin me ev nan çêkir. Li gor nanê din ji sedî 65 asîda gallîk û kateşîn yên ku jê re dibêjin antîoksîdan tê de heye. Em dikarin bibêjin ku nanê ribês ji bo pîrbûnê, nexweşiyên dil û damaran baş e."