Hüseyin Yıldız
08 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2023
Dîmenê çûka serbeşeyê ku cûcikên xwe têr dikir hat kişandin.
Li Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ku li Tirkiyeyê parka herî mezin e, li Şileka Ava Reş ji 200î zêdetir teyr hene.
Li şilekê yek ji teyrên herî zêde hene serbeşe (Fulîca atra) ye ku çar demsal li herêmê dijî.
Ekîba AAyê ya çû parka neteweyî dîmenê serbeşeya ku xwe berdida binê avê û xurek derdixist û pê cûcikên xwe têr dikir, kişand.