Abdullah Söylemez
08 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2023
Li Gîhadîna navçeya Agiriyê zarokê ji Îranê gava pezê ku diçêrand ji Çemê Muradê derbas dikir ket avê û xeniqî.
Arsalan D.yê 12 salî berêvarê gava pezê ku diçêrand ji bo bibe gomê ji Çemê Muradê derbas dikir ket avê.
Kesên ku dîtin zarok ji ber çavan wenda bûye hewar daxistin û ekîbên cendirme, îtfaiye, AFAD û tenduristiyê çûn herêmê.
Piştî ku ekîb hatin xebatên lêgerîn û xilaskirinê dest pê kirin û ekîbên Lêgerîna Binavê yên Midûriyeta Ewlehiya Wanê cinazeyê zarok derxist.
Cinazeyê Arsalan D. ji bo otopsiyê bi ambulansê birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê.