Serdar Adıyaman
01 Sibat 2024•Rojanekirin: 04 Sibat 2024
Li Xelata navçeya Bidlîsê rûyê gola bi navê "Bihûşta Çûkan a Walî Ugur Boran" cemed girt.
Li navçeyê çend rojan berf barî û hewa gelekî sar bû.
Ev cihê avî ya li Taxa Yamlarê ye mazuvaniya gelek cure çûkan dike.
Dema hewa sar dibe hin çûk koç dikin, lê hinek jî dimînin.
Ahmet Yamliyê sirUştê hez dike got ev der ji bo gelek cure çûkan hêlîn e û wiha axivî: "Ez ji bo ku van dîmenên xweş bibînim û wêneyan bikşînim hatim vir. Piştî ku berf barî dîmenên gelek xweş derketin holê."
Dîmenên vê derê bi dronê va hatin kişandin.