Sidar Can Eren
03 Hezîran 2022•Rojanekirin: 05 Hezîran 2022
Xweşiyên Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê ku ji parqên neteweyî yên herî xweş ên Tirkiyeyê yek e bi dronê va hat kişandin.

Parqa ji navenda bajêr qasî 8 kîlometre dûr e heta navçeya Ovacixê dewam dike û meziniya wê 42 hezar hektar e.

Dar, devî û nebatên tê da gelek in û gelek heywan jî lê dijîn.

Çemê Munzurê ji nav parqê derbas dibe û bi germbûna dinyayê va niha çar alî bi şînbûna dar, giya û çîçekan va xemiliye.

Parqa neteweyî ya ku her demsal xweşiyan li ser xwe dihewîne bê mêvan namîne.