21 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
TUNCELÎ
Hat ragihandin ku li Tunceliyê di laboratuvara kîmyayê ya lîseyeke taybet da ji ber asîtê teqîn çêbû û 10 xwendekar birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan li lîseya taybet Munzur Fenê dema ku xwendekarên pola 10emîn di laboratuvara kîmyayê da ceribîn dikirin, ji ber asîtê teqîn çêbû. Di teqînê da 10 xwendekar birîndar bûn.
Xwendekarên birîndar bi ambulansan va rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê.
- "7 xwendekar şandin malên wan"
Midûrê Perwerdeya Millî yê Bajarê Tunceliyê Alî Eyyupkoca li ser teqînê daxuyanî da û got ku sedema teqînê hê ne diyar e û di teqînê da 10 xwendekar birîndar bûne, çend derên wan jêbûne. Eyyupkoca got ku hemû xwendekar ji bo tedbîrê neqlî servîsa acîl kirin û ji xwendekaran 7 kes şandin malên wan, 3 xwendekar jî ji ber ku xwîn ji guhê wan dihat ji bo tedbîrê di bin muşahedeyê da ne.