Haydar Şahin
08 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2018
HAKKARÎ
Li gundekî rêya wê ji ber berfê hatibû girtin ê Yuksekovaya navçeya Hekariyê welatiyek nexweş ket, piştî xebata ekîban welatiyê nexweş gihandin nexweşxaneyê.

Li Kandîlliya gundê Yusekovayê Ramazan Erdîlê 62 salî yê nexweşê tansiyonê aciz bû, lêbelê rê girtî bû ji ber vê jî malbatê nikaribû wî bibin nexweşxaneyê. Li ser vê eqrebeyên wî haya rayedaran pê xistin.

Ekîbên paqijkirina berfê yên Şeftiya Şantiyeya Yuksekovayê ya Îdareya Taybet a Bajêr piştî xebateke kêmzêde 5 saetan li ber xwe da rêya girtî vekirin.
Paşê ekîbên tenduristiyê gihîştin gund, li vê derê midaxeleya ewil kirin û nexweş bi sedyeyê li ambulansê kirin.

Erdîl rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yukskovayê û hildan tedawiyê.
Mehmet Erdîlê kurê Ramazan Erdîl daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku bavê wî bi carekî aciz bû.
Erdîl got ji ber ku rê girtî bû haya ekîbên paqijkirina berfê û yên tenduristiyê pê xistin û wiha pê da çû: "Mala wan ava demildest hatin. Bi 2 kepçeyan ancax rê vekirin. Bavê min nexweşê tansiyonê ye, me wetrê tansiyonê wî zêde bû. Ekîban zehmetiyeke mezin kişandin. Ji wan ra sipas dikim."