Türkan Tosun
15 Mijdar 2020•Rojanekirin: 16 Mijdar 2020
Li Erziromê Hîlmî Akkaşê 79 sal î ji biçûkatiya xwe vir va 69 sal e semaweran çêdike û hewl dide ev pîşe ji holê ranebe.
Akkaşê emrê xwe bi çêkirina semaweran va xerc kiriye li navçeya Yakutiyeyê di atolyeya xwe da semaweran jî temîr dike.
Îsmaîl Karayê vî karî ji Akkaş hîn bûye jî alîkariya wî dike û ew bi hev ra dixebitin.
- "Berê hoste pir bidisîplîn bûn"
Hîlmî Akkaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema ew 10 salî bûye li ber destê hosteyekî Îranî dest vî karî kiriye û wiha axivî: "Êdî semawerên berê neman, yên sivik tên çêkirin. Yên herî baş yên Ûrisan bûn."
Akkaş got ew karê xwe hez dike û wiha dewam kir: "Heke min jê hez nekira min ev kar nedikir. Min şagirt jî gihandin. Berê hoste pir bidîsîplîn bûn. Xebata li ber destê wan ne hêsan bû, lê niha hêsan e. Me berê gelekî xizmeya hostayên xwe kir, lê niha em şagirtan jî nikarin peyda bikin. Êdî ji bo temîrê semaweran zêde naynîn, lewra bikaranîna wan jî kêm bûye."
Hoste Akkaş wiha pê da çû: "Êdî em kal bûn, werk berê nikarin bixebitin, diwestin. Ji ber ku me ji vî karî hez dikir em demeke dirêj xebitîn. Min berê di nav 15 rojan da 10 semawer çêdikirin, saxlem bûn. Ya girîng çêkirina perçeyên semaweran e. Yê ku dizane dikare çêbike. Heta niha me bi hezaran semawer çêkirin û şandin her derê Tirkiyeyê. Semawer biqîmet in, dîrokî ne lewra hunera destan e."
- "Ez vî karî ji wî hîn bûm"
Îsmaîl Karayê li ber destê Hîlmî Akkaş dixebite jî got ew ji sala 1967an vir va bi hosteyê xwe ra dixebite.
Kara wiha axivî: "Ez vî karî ji wî hîn bûm. Berê ev kar zêde bû, lê niha ne wisa ye, kêm e."