ERZURUM
Li Erziromê minîbûsa xwendekaran û tirimbêlek li hev ketin û di qezayê de kesek mir, 28ê wan xwendekar bi tevahî 36 kes jî birindar bûn.
Minîbûsa ku plaqa wê 25 S 0471 û Bulent Îşleyen diajot û tirimbêla ku plaqa wê 25 RA 088 ya ku Rahmi Turgut (38) diajot xaçerêya Ilicaya li ser rêya Erziromê li hev ketin. Nasnameya kesên di qezayê de birîndar bûn hat eşkerekirin.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Erziromê, Nexweşxana Palandoken a Dewlet û Nexweşxaneya Lêkolîn a Zanîngeha Ataturk.
Walî Ahmet Altiparmak çû serdana xwendekarên birîndar û der heqê rewşa tenduristiyan wan de agahî stand.